AWAYEK JI BO ALÎKARIYA QURBANIYÊN QAÇAXA MIROVAN

Bazirganiya bi mirovan sûcekî giran e. Têde mirov tên kontrolkirin û suistimalkirin. Ew dikare bi xapandin, zextan, gefan, neçarkirinê yan suistimalkirina zeîfî yan lawaziya kesekî be bo standina pare yan qazan-ceke din. Bo nimûne bi bikaranîna van rêbazan bazirganên mirovan dikarin xelkê mecbûr bikin ku, wek mînak:

  • laşê xwe bifiroşin
  • bi şertên dijwar kar bikin
  • diziyan bikin
  • parsekiyê bikin
  • bi mecbûrî bizewicin

Sûcê bazirganiya bi mirovan gelek caran ne kiryareke bi tenê ye, lê zincîrekiryar in ku belkî bi salan bi-domin. Imkana qurbaniyên bazirganiya bi mirovan bo rizgarbûna ji rewşê yan serhildana dijî suistimalke-ran gelek caran kêm in bêyî alîkariya derve.

Gelo ez qurbaniyê bazirganiya bi mirovan im?

Venasîna bazirganiya bi mirovan dikare zehmet be û qurbanî jî herdem ne haydar in ku bûne qurbaniyên bazirganiya bi mirovan. Binêre, gelo tu xwe ji van pirsan dinasî. Eger bersiva ”erê” bo yek yan çend ji wan bidî, mimkin e ku tu bûbî qurbaniyê bazirganiya bi mirovan.

  • Kesek zextê li te dike daku tiştekî bikî ku tu naxwazî?
  • Eger tu bengiyê madeyên hişber bî, gelo kesek tiştekî wisa bide te dide kirin ku tu naxwazî bikî?
  • Gelo kesek qaçaçiya te ya li vî welatî bi kar tîne daku tist_ekî bi te bide kirin ku tu naxwazî bikî?
  • Gelo kesek bo bo nimûne bêmalîtiya yan bêparetiya te bi kar tîne  daku tist_ekî bi te bide kirin ku tu naxwazî bikî?
  • Gelo kesek tehdîdê li te dike ku dê navê te bide hikûmetê eger bi daxwazên wî razî nebî?
  • Gelo kesek tehdîd dike ku dê te li ber çavên mirov yan hevalên te bide şermê eger bi daxwazên wî razî nebî?
  • Gelo tu deyndarî kesekî yî ku ne mecbûr dike tu dijî îradeya xwe tiştekî bikî?
  • Gelo kesekî tehdîd li te yan mirovên te kirine?
  • Gelo tu ji ber emniyeta xwe yan mirovên xwe ditirsî?
  • Gelo carekê meaşekî zêde kêm daye te yan qet nedaye te lê tu nikarî ti tiştekî li ser wê meselê bikî?
  • Gelo li te hatiye qedexekirin ku tu li ser pirsgirêkên xwe biaxivî yan daxwaza alîkariyê bikî?
  • Gelo hatinûçûna te ya azad hatiye bisinorkirin yan divê ku tu di bin çavdêriya kesekî de bigerî?
  • Gelo wisa hest pê dikî ku rizgarbûna ji vî halî ne mimkin e?

Heqê qurbaniyên bazirganiya bi mirovan heye alîkariya edlî wergirin

Heqê qurbaniyên bazirganiya bi mirovan heye ku alîkariya edlî û xizmetan wergirin. Ew xizmet bo nimûne ev in:

  • Bicihbûna biewle
  • Xizmetên saxlemiyê
  • Xizmetên sosyalê
  • Alîkariya meîşetê yan pareyê wergirtinê
  • Ş_îretên edlî û alîkariya edlî li gor qanûnê
  • Xizmetên tercumanî û wergerandinê
  • Şîret û rêberî bo çarekirina halê te
  • Vegera alîkarîkirî ya dilxwaz bo welatê te eger bixwazî
  • Şîret û rêberî têkilî daxwazkirina îqameyê
  • Alîkarî bo ragihandina tawanan û proseya dadgehê

Xizmetkirin li ser bingehê hêsan e, anku ne hewce ye ku tu illeh qurbaniyê bazirganiya bi mirovan bî. Welat, temen, cins yan meyla te ya cinsî, dîn yan nêrînên te yên siyasî çi bin jî, tu dikarî alîkariy wergirî. Tu dikarî alîkariyê wergirî herwiha eger:

  • tu pêşî bi dilxwazî ketibî wê rewşê
  • te bi xwe jî sûc kiribin
  • tu bi qaçaxî li vî welatî bî

Te eger tu daxwaz bikî, dikarin alîkariya te bikin.

Li Fînlandayê alîkariya qurbaniyên bazirganiya bi mirovan ji aliyê Xizmeta alîkarîkirina qurbaniyên bazirganiya bi mirovan ve tê dayîn ku dezgehek hikûmî ye. Xizmeta alîkariyê hejmareke telefonê heye ku bi şev û roj kar dike û dikarî têkiliyê li gel deynî û behsa halê xwe û hewcehiyên xwe bo bikî. Hejmara telefonê ev e:

+358 (0)2 954 63 177

Têkilîdanîn ne mecbûr nake ku xizmetên wan wergirî, lê dikarî behsa mesela xwe bo wan bikî, ew dikarin ji te bibêjin ka çi xizmetên wan dikarin bi kêrî te bên. Tu dikarî herwiha bi formeke elektronîkî têkiliyê deynî.

Herwiha Ihmiskaupan uhreille apua tarjoavat myös rêkxistinên dijî bazirganiya bi mirovan jî alîkariya qurbaniyên bazirganiya bi mirovan dikin. Xizmetên rêkxistinan li gor hêsankariyê ne bo qurbaniyên bazirganiya bi mirovan.

Bi wêrekî têkiliyê deyne. Em ê alîkarên te ne.